Reyîsî: Rayedarên Îran û Iraqê ji bo pêşxistina peywendîyan ciddî ne
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Rayedarên Îran û Iraqê ji bo pêşxistina peywendîyên dualî ciddî ne.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro piştî muzakireya digel Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd da dîyar kir ku Di navbera Îran û Iraqê da peywendîyên baş di warên sîyasî, aborî, ticarî û çandî pêk hatine û got: Peywendîyên di navbera Têhran û Bexdayê da raserî peywendîyên digel welatên din û peywendîyên istiratejîk in.
Reyîsî di vê civîna çapemenîyê ya hevpar da herwiha got: Peywendîyên Îran û Iraqê di babetên binesazîyê, av, ceryan, gaz û enerjîyê da didomin û bi sûdwergirtina ji potansîyelên heyî her du welat dikarin asta wan ppeywendîyana rakin zêde ji 10 milyar dolarî.
Serokê Komara Islamî ya Îranê derbara leşkerên amerîkî yên li herêmê da jî got: Hebûna leşkerên amerîkî ewlehîya navçeyê têk dide.
Serokomarê Iraqê jî di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Reyîsî da li Têhranê got: Peywendîyên di navbera her du welatan da qahîm û neguhêr in, Wî herwiha got: Em ti dema piştgirîya Îranê ji kurdên iraqî yên li Helebcê ketin ber kîmyabarana bi destê rejîma berê, ji bîr nakin.