Wezareta Karên Derve ya Îranê: Niştecihên dagirker ên Filistîna Dagirbûyî ji her demî poşmantir in
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Filistîna Dagirbûyî şepirzetir û niştecihên wê yên dagirker ji her demî poşmantir in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘Nasir Kenanî’ di twîtekê da amajeyî pişkdarîya pirrcoş a filistînîyan di nimêjên meha bimbarek a Remezanê û Eyda Fitrê da ku li Mizgefta Eqsayê hat kirin kir û nivîsî: Doza azadkirina Filistînê her sal di meha bimbarek a Remezanê da rihekî nû werdigire û Qudsa şerîf nêzîktirî azadîyê dibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Vê gavê Filistîna Dagirbûyî şepirzetir û niştecihên wê yên dagirker ji her demî poşmantir in. Filistînî jî bi îmaneke xurttir derheq alîkarîya ilahî, dilnîyatir derheq encama berxwedanê û bi piştkutana li piştgirîya azadîxwazên cîhanê ku coşa di Roja Cîhanî ya Qudsê da sembola wê bû, ji her demî zêdetir hêvîdarê azadkirina tam a Filistînê û jinavçûna Israyîlê wek tovê kanserê ne.