Derhata 422 milyon dolarî ya hinardekirina kelûpelan ji parêzgeha Kurdistana Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340763-derhata_422_milyon_dolarî_ya_hinardekirina_kelûpelan_ji_parêzgeha_kurdistana_Îranê
Rêveberê Gumrika Parêzgeha Kurdistanê got: Hinardekirina kelûpelan ji gumrika vê parêzgehê bayê 422 milyon dolarî derhat hebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2023 15:17 Asia/Tehran
  • Derhata 422 milyon dolarî ya hinardekirina kelûpelan ji parêzgeha Kurdistana Îranê

Rêveberê Gumrika Parêzgeha Kurdistanê got: Hinardekirina kelûpelan ji gumrika vê parêzgehê bayê 422 milyon dolarî derhat hebûye.

‘Xelîl Heyderî’, Rêveberê Gumruka Parêzgeha Kurdistanê got: Par zêdetirî yek milyon ton kelûpelan bayê 422 milyon dolarî ji sînorên Kurdistanê bo derveyî welêt hat hinardekirin.

Wî got: Kelûpelên hinardekirî sedî 52 berhemên cotkariyê, sedî 30 berhemên kîmyayî û madenî û kanzayî û sedî 18 berhemên pêşeyî bûye.

 Rêveberê Gumrika Parzêgeha Kurdistanê her wiha got: Par nêzkî 39 hezar ton kelûpel bayê 155 milyon dolarî ji derbasgehên vê parêzgehê derbasî nava welêt bûye.

 Li gor neçeyeke din, Rêveberê Bazirgaziya navçeya azad a Makûyê li parêzgeha Azebaycana Rojava jî ragihand ku bayê 11 milyon dolarî kelûpel ji vê navçeyê hatiye hinardekirin.