Îran yê di dema guncav da bersiva kiryarên Rejîma Sîyonîst bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340560-Îran_yê_di_dema_guncav_da_bersiva_kiryarên_rejîma_sîyonîst_bide
Berdevkê Hikûmeta Îranê di bersiva helwestên tund ên rayedarên Komara Azerbaycanê da got: Têhranê bi awayekî deqîq û hûr liv û tevgerên Rejîma Sîyonîst ên derbara Îranê û Komara Azerbaycanê da dişopîne û wê di dema pêwîst da pêngava pêwîst rake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2023 12:35 Asia/Tehran
  • Îran yê di dema guncav da bersiva kiryarên Rejîma Sîyonîst bide

Berdevkê Hikûmeta Îranê di bersiva helwestên tund ên rayedarên Komara Azerbaycanê da got: Têhranê bi awayekî deqîq û hûr liv û tevgerên Rejîma Sîyonîst ên derbara Îranê û Komara Azerbaycanê da dişopîne û wê di dema pêwîst da pêngava pêwîst rake.

Heyamek e ku Komara Azerbaycanê ketîye ber bayê idia û
angaştên Rejîma Sîyonîst û dest bi buxtankirina dijî Îranê
û gêresazîyê di peywendîyên dgel Têhranê da kirîye.
Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadorî- Cehromî îro di
civîna çapemenîyê ya heftane da bi gotina vê yekê ku di
navbera Îranê û Komara Azerbaycanê da ``têkilîyên
nayên- birrînê``hene û pêgirî kir: Rejîma Sîyonîst ku
dijminê her du gelan e, hewil daye qelişê bêxe navbera
Têhran û Bakûyê da, lê Îran kiryarên dijminê her du gelan
bi awayekî hûr û deqîq dişopîne û yê di dema guncav da
bersiva pêwîst bide.
Berdevkê Hikûmeta Îranê herwiha ji ber şehîdbûna 2
misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûrîyê sersaxî da û got:
Rejîma Sîyonîst careka din nîşan da ku di dema qeyranên
navxweyî de, li derveyî sînoran karên terorîstî dike ku ji
hêla hiqûqî- dîplomatîk va dikarin bên şopandin û yê
bêbersiv nemînin.
Behadorî- Cehromî amajeyî gazîkirina Serokê Komara
Islamî ya Îranê ji hêla Paşayê Erebistanê va jî kir û got:
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Erebistanê heta nika 3
caran muzakire kirine û biryar e ku di rojên bê da jî bicivin.
Berdevkê Hikûmeta Îranê derbara deng û biryara Dîwana
Dadwerîyê ya Navnetewî (Laha) da got: Hikm û biryara
Dadgeha Laha`yê işkesteke dîrokî ji bo Amerîkayê bû ku
bi binpêkirina qanûnên navnetewî tewişî bû.