Paşayê Erebistanê gazî Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir; Reyîsî dê here Rîyazê
Cîgirê Yekê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser destpêbûna dubare ya peywendiyên dîplomatîk ên Têhranê bi Riyazê re û got: Serokê Komara Îslamî ya Îranê de`weta paşayê Erebistanê ku ew gazî Rîyazê kirîye, qebûl kir.
Cîgirê Yekê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Muxbir di hevpeyvîbekê de ragihand ku istratejiya sereke ya Seyid îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, eva bûye ku asta peywendiyên xwe bi welatên navçeyê re berfireh bike.
Muxbir her wiha ragihand ku paşayê Erebistanê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi merema hevdîtin û gotûbêjê gazî Rîyazê kirîye û Reyîsî jî bersiveek erênî daye ango dê ew seredana pêk were.
Hikûmeta Îranê bi serokatiya Reyîsî ragihandiye ku bo pêkanîna hevsengiyê di siyaseta derve de, berfirehkirina hevkariya bi welatên cîran û navçeyê re daniye nav dstûrkara xwe da.