Daxûyanîya Artêşa Îranê bi boneya Roja Komara Islamî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340514-daxûyanîya_artêşa_Îranê_bi_boneya_roja_komara_islamî
Artêşa Komara Islamî ya Îranê 12ê Ferverdînê (1ê Nîsanê) wek Roja Komara Islamî, destkevteke mezin a dîrokî zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2023 14:07 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Artêşa Îranê bi boneya Roja Komara Islamî

Artêşa Komara Islamî ya Îranê 12ê Ferverdînê (1ê Nîsanê) wek Roja Komara Islamî, destkevteke mezin a dîrokî zanî.

Giştpirsîya têkildarî Komara Islamî ku piştî serkevtina wê hat lidarxistin encama wê di 12ê Ferverdîna sala 1358ê hevgavê 1ê Nîsana sala 1979ê hat ragihandin ku li gorî wê encamê, zêde ji sedî 98ê gelê Îranê deng dan avakirina Komara Islamî. Ji wê demê va 1ê Nîsanê di rojhejmêra Îranê da wek Roja Komara Islamî ya Îranê hatîye binavkirin.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê jî di daxûyanîyeke bi vê boneyê da ragihand: Gelê zane û têgiheştî yê Îrana islamî bi têgihîştina durist a rewşa welêt di 1ê Nîsana 1979ê da, bi dengê teqil û herî zêde, Komara Islamî wek pergala bi dilê xwe li welêt destnîşan kir û ser esasa qanûn û fêrkarîyên dînê islamê yên rizgarker, ``islamîbûn``, û ``komarbûn`` a pergala sîyasî ya welêt garantî kir û ew roja veguherand xaleke werçerxanê di dîroka Îranê ya sîyasî ya hevçerx da.

Di dewama vê daxûyanîya Artêşa Komara Islamî da hatîye: 1ê Nîsanê roja xwenîşandana vîna gelekî zane di kivşkirina çarenûsê da û destpêka pergala pîroz a Komara Islamî bûye ku serxwebûn û rûmet wek mizginî ji bo welatê me yê xweşdivî anî.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi rêzgirtina li 12ê Ferverdînê wek Roja Komara Islamî, radigihîne: Ewladên gelê Îranê yên egît li Artêşê dê bi hêz û şîyana tam heta dawîn henaseyê berevanîya pergala islamî ku hasila gelê bixîret û xweşmêr ê Îranê û xwîna bi hezaran şehîdî û têkoşîna ji dil a fidakar û xebatgêran e, bikin û yê her destdirêjîta ser yekperçetîya ax, serxwebûn û pergala Komara Islamî ya Îranê ya pîroz bi awayekî giran û di dema pêwîst da tepeser bike.