Amerîka divê zîyana li Îranê ketîye, di 2 salan da bicebirîne
Serokê Navenda Karên Hiqûq Navnetewê ya Serokkomartîya Îranê got: Dîwana Dadwerîyê ya Navnetewî biryar daye ku dewleta Amerîkayê zîyana ku di encama zevtkirina hin mal û heyîtîyan da li Îranê ketîye, di 2 salan da bicebirîne.
Serokê Navenda Karên Hiqûq Navnetewê ya
Serokkomartîya Îranê Tewekul Hebîbzade têkildarî biryara
Dîwana Dadwerîyê ya Navnetewî (Laha) ku di 30yê Adarê
da hat dayîn, herwiha got: Li gorî biryara Dîwana
Dadwerîyê ya Navnetewî, zevtkirina heyîtîya hin bank û
şirketên îranî ji hêla dadghên Amerîkayê va, berovajî
sozên Waşîngtonê yên di Peymana Dosîtêy ya di sala
1955ê da ye.
Hebîbzade herwiha got: Her du alîyan ev mafa heye ku ji
bo dayîna xeramê muzakirê bikin û heke encamek bi dest
nexistin, Dîwana Dadwerîyê ya Navnetewî yê karê dosîyê
bidomîne.
Dewleta Amerîkayê idia kiribû ku kiryara dadgehên vî
welatî ne berovajî sozên wî welatî yên di Peymana
Dostanîyê da ji wan rêzgirtina li kesayeta hiqûqî ya
serbixwe ya şirketên îranî ye, lê Dîwana Dadwerîyê ya
Navnetewî ew idiaya Amerîkayê qebûl nekir û bankên îranî
dezgehên hiqûqî yên serbixwe hesiband.
Dîwana Dadwerîyê ya Navnetewî herwiha bilokekirina
heyîtîyên Îranê û bank û dezgehên îranî ya di sala 2012ê
da berovajî Peymana dostîyê ya di sala 1955ê da zanî û
piştkutana dewleta Amerîkayê bi istisnayên di xala 20ê ya
wê peymanê da ji bo pînekirina wê bilokekirinê qebûl
nekir.