Jordaçûna asta derxistina niftê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340461-jordaçûna_asta_derxistina_niftê_li_Îranê
Ajansa Nanetvewî ya Enerjîyê ragihand ku asta derxistina niftê li Îranê di meha duyê da 20 hezar bermîlan jorda çûye û rabûye 2 milyon û 650 hezar bermîlî di rojê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2023 13:35 Asia/Tehran
  • Jordaçûna asta derxistina niftê li Îranê

Ajansa Nanetvewî ya Enerjîyê ragihand ku asta derxistina niftê li Îranê di meha duyê da 20 hezar bermîlan jorda çûye û rabûye 2 milyon û 650 hezar bermîlî di rojê da.

Ajansa Nanetvewî ya Enerjîyê di rapora xwe ya mehane têkildarî bazara niftê da ragihand ku welatên endamê OPEC`ê di meha duyê ya îsal da 29 milyon û 170 hezar bermîl nift di rojê da derxistine.

Nifta ku welatên endamê OPEC`ê di meha SIbata 2023yê da derxistine anegorî meha berî wê di rojê da 70 hezar bermîlî jorda çûye.

Li gorî vê raporê asta derxistina nifêt ya 8 welatên endamê OPEC`ê ji wan a Îranê di meha SIbatê da jorda çûye.

Ajansa Nanetvewî ya Enerjîyê ragihand ku asta derxistina niftê li Îranê di meha duyê da 20 hezar bermîlan jorda çûye û rabûye 2 milyon û 650 hezar bermîlî di rojê da.

Îranê di meha yekê ya îsal da jî rojê 2 milyon û 630 hezar bermîl nift derxistibû.