Behrêynê xwest peywendîyên sîyasî bi Îranê ra dest pê bike
Serokê Desteya Parlimanî ya Îranê di civîna cîhanî ya Yekitîya Meclisan da got ku piştî Erebistanê, Behrêyn jî dixwaze ku peywendîyên sîyasî bi Îranê ra dest pê bike.
Desteyên parlimanî yên 178 welatan ji wan a Komara Islamî ya Îranê ji bo lidarxistina civîna 146an a Yekitîya cîhanî ya Meclisan li şarê Mename paytexta Behrêynê civîyan.
Durişma vê civînê jî ``berbelavkirina bihevrejîyana aştîyane û çanda rewatîyê`` ye.
Civîna cîhanî ya Yekitîya Cîhanî ya Meclisan yê heta çarşemê were domandin.
Serokê desteya parlimanî ya Îranê di civîna cîhanî ya Yekitîya Meclisan da Mucteba Rizaxwah got: Behrêyn pêgirîyê ser destpêkirina peywendîyên sîyasî digel Îranê û jinûve-vekirina balyozxaneyên her du welatan dike.
Rizaxwah herwiha got: Cîgirê serokê meclisê û wekîlên meclisa Behrêynê ji zarê rayedarên pillebilind ên vî welatî serokkomar û serokê meclisê yên Îranê gazî Menamê kirin û her wiha xwestin ku geştên esmanî yên rasterast di navbera Mename- Têhran û şarên wekî Meşhed, Şîraz û Isfehanê da dest pê bibin.