Îranê êrişa Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha Helebê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339982-Îranê_êrişa_rejîma_sîyonîst_ser_balafirgeha_helebê_şermezar_kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî êrişa destdirêjkerane û derveyî mirovantîyê ya Rejîma Sîyonîst ku vê berbangê di çarçova wê da êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kir, şermezar kir û ji sazîyên berpirs ên navnetewî xwest ku ji bo sekinandina cinayetên vê rejîmê pêngaveke demlidest û kêrhatî rakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2023 13:04 Asia/Tehran
  • Îranê êrişa Rejîma Sîyonîst ser balafirgeha Helebê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî êrişa destdirêjkerane û derveyî mirovantîyê ya Rejîma Sîyonîst ku vê berbangê di çarçova wê da êrişî balafirgeha navnetewî ya Helebê kir, şermezar kir û ji sazîyên berpirs ên navnetewî xwest ku ji bo sekinandina cinayetên vê rejîmê pêngaveke demlidest û kêrhatî rakin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Di halekî da ku zîyadîtîyên erdhejê li Heleba Sûrîyê di rewşeke dijwar da ne, Rejîma Sîyonîst êrişî balafirgeha vî şarî ku rêya sereke ya gîhandina alîkarîyên mirovdostîyê yên navnetewî bo wan mexdûran e dike û eva mînaka aşkira ya cinayeta dijî mirovantîyê ye.

Ji hêla din va, Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê bi dû êrişa Rejîma Sîyonîst a di berbanga îro ser baalfirgeha navnetewî ya Helebê da, pêgirî kir ku ev destdirêjîya nîşaneke hovîtî û kiryarên nemirovane yên vê rejîmê ye.

Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê da hatîye: Destdirêjîya cinayetkarane ya rejîma Israyîlê ku di berbanga îro da li balafirgeha navnetewî ya Helebê pêk anî û ew balafirgeha ji karkirinê ket, cinayeteke duberanber e, ji ber ku ji hêlekê va balafirgeheke sivîl û ji hêleke din va yek ji rêyên sereke yên şandina alîkarîyên mirovdostane bo mexdûrên erdhejê kirîye armanc.