Emîr- Ebdullahîyan: Em dê maseya muzakireyê neterikînin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û em bi parastina berjewendîyên netewî hewlên ji bo serhevda-dayîna muzakireyan didomînin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emî -Emîrebdullahîyan îro li Têhranê, pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê helwest û rêya xwe di dîplomasî û muzakirê da naguhere û dê maseya muzakireyê jî neterikîne.
Wî herwiha got: Me ji alîyên rojavayî û amerîkî ra bi aşkirayî gotîye ku berçavgirtina xetên sor, dabînkirina berjewendîyên netewî û di eynî demê da lihevkirina ku hemî alî pabendbûna xwe himber wê nîşan bidin, di destûrkara ciddî ya Îranê da ne.
Emîr- Ebdullahîyan got: Em ji mijara Filistînê û berxwedanê nayên xwarê; jin û zarokên aware yên Ukrayn, Efganistan, Yemen û Filistînê derdê hevpar ê me ne û em dijî şêrr in û di şerê Ukraynê da jî alîkarîya ti alîyekî nakin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku li gorî bawerîya me hemî pirsgirêkên herêmê û kêşe ne bi şêrr ku rêyeke şaş û kêrnehatî ye, belkî bi muzakire û liyhevkirinê dikarin bên çareserkirin û em hêvîdar in ku navçe û cîhan tijî aştî, ewlehî û pêşketin be.