Kongireya Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê; Baştirîn nivîsar ji Îranê
Nivîsara mamostayekî Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Meşhedê wek baştirîn nivîsara zanistî di Dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê di sala 2023yê da hat bijartin.
Sîyamek Zarêyî mamosteyê Koma Pizişkên Çavan a Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Meşhedê bi nivîsara têkildarî şêwaza niştegerîyê ya herî nû ya bi teknolojîya layzerê bêyî bikaranîna kêr û birrînê, ji hêla dahênerî, darêj û raberkirinê xelata baştirîn nivîsarê di dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê di sala 2023yê dabi dst xist.
Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê her sal ji hêla vê akademîyê va bi hevkarîya Federasyona Navnetewî ya Pizişkên Çavan û Akademîya Pizişkên Çavan a Amerîkayê va tê lidarxistin.
Nişteger û pizişkên çavan ên ji seranserî dinyayê di vê kongirê da dicivin û zanînên xwe biroj dikin û bi hev re danustandinê dikin.
Dewra 38an a Kongira Akademîya Pizişkên Çavan a Asya- Oqyanûsîyê li şarê Kuvalalampûr ê Malêzîyê di halê lidarxistinê da ye.