Îranê wek bersiva himber Almanê, dîplomatên vî welatî derxistin
Berdekê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku 2 dîplomatên almanî ji Îranê hatin derxistin.
Berdekê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî got: 2 dîplomatên almanî wek kesên nebaş bi dû destwerdan û kiryarên neberpirsane yên dewleta Almanê di karên navxweyî û dadwerîyê yên Komara Islamî ya Îranê da ji welêt hatin derxistin.
Kenanî herwiha amajeyî vexwendina balyozê Almanê ji hêla Serrêvebirîya Beşa Rojavaya Ewrûpayê ya Wezareta Karên Derve va û ragihandina biryara Têhranê bo wî kir û got: Komara Islamî ya Îranê himberî zêdexwazîyan, dê ser esasa iqtidarê va pêmgavan rake û serederîyê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê hertim dixwaze danuistandin di nava rêzgirtinê da bên domandin, lê heke hin alî bixwazin isûl û serwerîya netewî ya Îranê berçav negirin, kivşkirina bijareyên alternatîv bêveger e.
Wezareta Karên Derve ya Almanê çend rojan berî nika piştî derxistina hikma sêdaredanê bo Cemşîd Şarmehd kesê ku him welatîyê almanî bû him jî yê îranî û serkirdê koma terorîst a Tunder`ê bû, tevî bankirina kardarê Îranê li Berlînê, bi nîşana nerazîbûna li himber vê hikmê 2 karmendên balyozxana Îranê ``kesên nebaş`` bi nav kirin û ferman da wan ku terka axa wî welatî bidin.
Cemşîd Şarmehd serkirdê koma terorîst a Tunder`ê ye ku di 20 salên buhurî da çalakîyên xwe ser navê Civata Paşatîya Îranê di çarçova berjewendîyên rejîma pehlevî da dest pê kir û ser bingeha bêrêzîya li nirxên pîroz û pêkanîna êrişên terorîstî, hin cinayet dijî gelê Îranê kirin.
Koma terorîst a Tunder`ê bilî teqandina bombeyê li Husêynîyeya Seyid ul Şoheda ya Şîrazê di sala 2008ê da ku di encamê da 14 welatîyên îranî şehîd û 300 kes jî birîndar bûn, di salên vê dawîyê da jî dil hebû ku çend operasyonên terorîstî li dar bixe j iwan teqandina bendavekê li Şîrazê û teqandina bombên sîyanorê li Nîşangeha Pirtûkan a Têhranê ku di encama serdestîya hêzên emnî yên Îranê da hatin pûçkirin.
Destê vê koma terorîst herwiha di terorkirina şehîd Mesûd Elî-Muhemedî zanyarê pîşeya navokî ya Îranê da hebûye.
Ji bo Cemşîd Şarmehd serkirdê koma terorîst a Tundr`ê, di 21ê Sibatê da cezaya sêdaredanê bi tawana ``ifsad fi erz`` bi rêya plankarî û birêvebirina kiryarên terorîstî hat birrîn.
Şayanî gotinê ye ku tawanbar Cemşîd Şarmehd dikare ji Dîwana Bilind a Dadwerîya Îranê bixwaze ku vê hikmê ber çavan ra derbas bike.