Reyîsî: “Parastina aştîyê li Asyayê wek navenda guherînên cîhanî pêwîst e”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: “Parastina aştîyê li Asyayê wek navenda guherînên cîhanî pêwîst e.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî di axavtineke de li koma berpirs, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Pêkenê, amajeyî rabihorîya dîrokî ya peywendîyên Îran û Çînê kir û got: “Çînê bi rêya Cadeya Hermûşê ya kevin li cîhanê nav derxist.”
Reyîsî pêgirî kir ku parastina aştîyê li Asyayê wek navenda guherînên cîhanî ne bijartinek belkî pêwîst e û got: “Cîhana nû, hewcedarê pergaleke nû ye ku di wê da çendalîkarîya rastî, jihevfêrbûna herî zêde, hevgirtin û dûrketina zêdetir ji yekalîkarîyê berbelav bibe ta ku di encamê da pergaleke dadmendane pêk were.”
Reyîsî pêgirî kir ku şîyan û karayîya Îranê dibe sedema ewlehîyê û potansîyelên wê yên herêmî ji bo aştî û istiqrara li welatan palpişt in û tenê ji bo sekinîna himberî gefa zilhêzên serdestîxwaz tên bikaranîn û got: “Yek ji serkevtinên stratejîk ên Komara Îslamî ya Îranê serkevtina himberî pirsgirêkên derveyî sînorên welêt ên wekî terorîsm û tundrêtîyê li Rojavayê Asyayê ye.”