Sibat 14, 2023 18:44 Asia/Tehran
  •  Îran û Çînê 20 belgeyên hevkarîyê wajo kirin

Rayedarên pillebilind ên Komara Îslamî ya Îranê û Çînê 20 belgeyên hevkarîyê bi amadebûna Serokomarên her du welatan wajo kirin.

Rayedarên pillebilind ên Komara Îslamî ya Îranê û Çînê 20 belgeyên liyêkgiheştin û hevkarîyê bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî û Serokomarê Çînê “Şî Cîn Pîng” wajo kirin.

Liyêkegiheştinameya hevkarîya di warên kontrolkirina qeyranê, geştyarî, têkilî û teknolojîya agahîyan, jîngeh, ticareta navneteweyî, xwedîtîya me’newî, cotkarî, hinardekirin, tenduristî û dermankirin, medya, werziş û mîrasa çandî ji wan belgeyan in ku rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û Çînê wajo kirin.

Serokomarê Çînê Şî Cîn Pîng vê sibê li avahîya Kongira Neteweyî ya Gel a vî welatî bi awayekî fermî derket pêşwazîya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî ku digel desteyeke pillebilind a aborî-sîyasî çûye wî welatî.

Di vê merasimê da bi awêtina 21 topan wek fexr pêşwazî li Serokê Komara Isalmî ya Îranê û desteya pillebilind a digel wî da hat kirin û dema Reyîsî derbasî avahîya Kongirê bû, marşa xêrhatinê hat lêxistin.

 

Serepeyv