Berpirsekî îranî: Her du aliyên muzakireyên navokî peyaman digihînin hev
Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha teqez kir: Muzakire bi veguhertina peyaman di navbera her du aliyan da hîna didomin û her du alî nêrînên xwe dixin rojevê.
Elî Baqêriyê- Kenî, Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di gotûbêja bi kanala Al-Manar a Lubnanê re derbarê dawîn alûgurên têkildarî muzakireyên rakirina boykotan da got: Xebatên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê tam li gorî sozên Komara îslamî ya Îranê bo Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û li gor sozên di peymana NPT`yê da ne.
Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên Derve yê Îranê her wiha got: Me ti peywendiyeke rastrast bi Emerîkayê re tine û pir normal e ku veguhartina peyaman di navbera Îran û Emerîkayê de ji riya navbeynkarekî be ku carnan ev navbynkar welatekî ewropî yan ne-ewropî ye.
Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê teqez kir: Emerîkiyê ragihand ku amade ye bizvire nav rêkevtinama navokî û aliyê ku amadetiya xwe radighîne, divê amadetî hebe ku sozên xwe cih bîne û soza vê gavê ya Emerîkayê rakirina boykotan e.