Muhemed Moxbir: Beşeke darayîyên blokekirî yên Îranê hat azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339002-muhemed_moxbir_beşeke_darayîyên_blokekirî_yên_Îranê_hat_azadkirin
Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Beşeke darayîyên blokekirî yên Îranê hat azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2023 12:24 Asia/Tehran
  • Muhemed Moxbir: Beşeke darayîyên blokekirî yên Îranê hat azadkirin

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Beşeke darayîyên blokekirî yên Îranê hat azadkirin.

Muhemed Moxbir Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku zêde ji 110 planên aborî bi bihayê zêdetir ji 90 miliyar dolar di warên cûr bi cûr ên Petrokîmya, nift, pîşe û madenan da derbasî qonaxa cihanîn û sermayeguzariyê bûne, got: Di çend rojên derbasbûyî da çend miliyar dolar ji darayîyên pereyê biyanî yên blokekirî yên welêt hat azadkirin û derbasî danûstandinên aborî bû.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê di rêûrisma sipasiya ji çalakên pêşeng ên abora Îranê da li Tehranê got: Roja îro dijmin bi hemî hêz û şiyana xwe ji bo derbelêdana li abora welêt seferber bûne. Wî got: Seranserî welêt tijî potensiyel û derfetên aborî ye û divê em bikarin bi palpiştiya bi darayî û heyîtiyan hin pêngavên bilind ji bo pêşxistina welêt rakin.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi vê yekê kir ku du hezar û 700 kîlomitr peravên deryayê û 400 kîlomitr Oqyanûs li ber destê welêt in û got:  Asta tranzîta welêt di rêya bakur bo başûr da herî kêm 200 miliyon ton di salê da ye.