Derfetên zêde ji bo sermayeguzariyê li Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338862-derfetên_zêde_ji_bo_sermayeguzariyê_li_rêxistina_navçeya_azad_a_makûyê
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê li ser sînorê Îran, Tirkiye û Komara Xweser a Nexcewanê tekez kir: Navçeya Azad a Makûyê ji navçeyên balkêş û bi ewlehiya zêde di warê geştyarî û sermayeguzariyê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Derfetên zêde ji bo sermayeguzariyê li Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê li ser sînorê Îran, Tirkiye û Komara Xweser a Nexcewanê tekez kir: Navçeya Azad a Makûyê ji navçeyên balkêş û bi ewlehiya zêde di warê geştyarî û sermayeguzariyê da ye.

Husên Gerosî Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê got: Navçeya Azad a Makûyê ji baştirîn armancên geştyariya ji bo kirrînê ye û dikare wek dewsgirek ji bo bajarên sînorî li welatên cînar be.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navçeya Azad a Makûyê her wiha got: Vê navçeyê qabiliyeta geştyariya tenduristî, geştyariya perwerdehî û geştyariya şûnwarên dîrokî û mîrata çandî heye.

Navçeya Azad a Bazirganiyê ya Makûyê bi rûbera 500 hezar hektarî navçeya azad a bazriganiyê ya herî mezin li cîhanê ye û xwedî 140 kîlometr sînorê avî yê hevpar digel Komara Xweser a Nexcewanê û 130 kîlometr sînorê avî û bejahî yê hevpar digel Tirkiyê ye.

Navçeya Azad a Makûyê li ser rêya korîdorên girîng ên bazirganiya cîhanê ye û gumrika Bazirganê wek derbasgeha sînorî ya herî mezin navbera Îran û Tirkiyê û wek dergeha derbasbûna kelûpelan ji Ewropayê û berovajî li vê navçeyê bi cih bûye.