``Sedî 70`yê sozên têkildarî pêkanîna derfetên karkirinê li Mihabadê pêk hatin``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338722-sedî_70_yê_sozên_têkildarî_pêkanîna_derfetên_karkirinê_li_mihabadê_pêk_hatin
Serokê Dayra Teawun, Kar û Rehatîya Civakî ya şarê Mihabadê got: ``Sedî 70yê sozên têkildarî pêkanîna derfetên karkirinê li Mihabadê pêk hatin û hewla ji bo pêkanîna derfetên karkirinê yên din jî didome.``
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2023 05:16 Asia/Tehran
  • ``Sedî 70`yê sozên têkildarî pêkanîna derfetên karkirinê li Mihabadê pêk hatin``

Serokê Dayra Teawun, Kar û Rehatîya Civakî ya şarê Mihabadê got: ``Sedî 70yê sozên têkildarî pêkanîna derfetên karkirinê li Mihabadê pêk hatin û hewla ji bo pêkanîna derfetên karkirinê yên din jî didome.``

Serokê Dayra Teawun, Kar û Rehatîya Civakî ya şarê Mihabadê Barzan Danişmend got: Li gorî sozê, divê îsal 2 hezar û 537 kes di warên curbicur da bibin xwedîkar ku nêzî hezar û 800 derfetên karkirinê pêk hatine.

Wî herwiha got: Rewşa Mihabadê ji hêla wergirtina kirêdîyan û asta pêkhatina sozên pêkanîna derfetên karkirinê serratir ji asta navîn a parêzgeha Azerbaycana Rojava ye û em çavlirê ne ku sozên di vî warî da heta dawîya îsal ango heta 69 rojên din pêk bên.

Serokê Dayra Teawun, Kar û Rehatîya Civakî ya şarê Mihabadê Barzan Danişmend herwiha got: Hin kargeh hene ku hewcedarê sermîyanê ne ji bo ku bikaribin karê xwe pêş bixin an bikemilînin ku bi saya lezandina dayîna kirêdî û hêsankarîyan yê derfetên karkirinê yên mayinde pêk bên.

Nifûsa Mihabadê 260 hezar kes e û li gorî lêkolînan zêde ji 11 hezar kesên bêkar li vî şarî bi dû kar û şuxulekî digerin.