Reyîsî: "Ji rêyên curbicur peyamê didin ku ji bo gotûbêjê amade ne"
Reyîsî got: "Ji rêyên curbicur peyamê didin ku ji bo gotûbêjê amade ne û ne bi dû rûxandinê bûn."
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Çima hevgavê propagandaya xwe ku bi wê dixwazin Komara Islamî lawaz û ber bi têkçûnê nîşan bidin, ji rêyên curbicur dibêjin ku werin em muzakire bikin û me qesda rûxandinê tinebû.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro di merasima rakirin û birêkirina meytê şehîdên bênavunîşan ên dewrana Berevanîya Pîroz da, amajeyî alozîyên vê dawîyê yên li welêt û hin durişman kir û got: Koledar û zilhêz li meydanê basa azadîyê dikin û durişmên xapokîn didin û gelan tûşî bextreşî û asêbûnê dikin, Dijimin dixwaze ku êrişî pergalê bike lewma dixwaze istûna wê bike armanc.
Wî dîyar kir ku roja îro gendelî, bêdadî û pozbilindî li cîhanê serdest bûne û got: Ajawegêrîya vê dawîyê ‘Şerê Partîyan’ [amaje bi şerekî destpêka îslamê] bû û hemî jî tê da pişikdar bûn. Hogirên sîstema paşatîyê, Minafiq û zorbêjan di vî şerî da rol digêran.
Serokê Komara Islamî ya Îranê ji welatên rojavayî û Amerîkayê pirs kir ku çima hevgavê propagandaya xwe ku bi wê dixwazin Komara Islamî lawaz û ber bi têkçûnê nîşan bidin, ji rêyên curbicur dibêjin ku werin em muzakir bikin û me qesda rûxandinê tinebû.