4 kes ji sebebkarên ajawegêriyên li meydana Inqlab a Têhranê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338378-4_kes_ji_sebebkarên_ajawegêriyên_li_meydana_inqlab_a_têhranê_hatin_desteserkirin
Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Fermandetiya Hêzên Berevanê Ewlehîya Bajarê Têhranê ragihand ku 4 sebebakrên ajawegêriyên meydana Inqilab a Têhranê hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2022 14:05 Asia/Tehran
  • 4 kes ji sebebkarên ajawegêriyên li meydana Inqlab a Têhranê hatin desteserkirin

Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Fermandetiya Hêzên Berevanê Ewlehîya Bajarê Têhranê ragihand ku 4 sebebakrên ajawegêriyên meydana Inqilab a Têhranê hatin desteserkirin.

Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Fermandetiya Hêzên Berevanê Ewlehîya Bajarê Têhranê îro  di daxûyanyekê de ragehand: Bi hewildana  bi şev û roj û pisporiya erkdarên wê rêxistinê çar  lîdêr û sebebkarên sereke yên ajawegêriyên li meydana Inqilab a Têhranê hatin destserkirin.

Di vê daxûayniyê de hatiye, îro dijmin û kesên dijberê inqilabê bi komplo û şerxwzaiyê û herwiha  bi lihevxistina ewlehiya giştî ya xelkê li dû pêkanîna  alozî û nearamiyê li welêt in ku di vê çarçoveyê de hinek daxûyanî bi naverokên nerazîbûnê û bona birêxistina ajawegêriyan di halê pêkhatinê de ne.

Li gor nûçeyeke din, Serdar Sertîp Muhemed Qenberî, Fermandeyê Ewlehiyê yê Parzêgeha Sîstan û Belûçistanê rageahnd ku 17 çek û 120 tifing li vê parêzêgehê hatin keşfkirin û got: Têkildarî vê meselê, 10 tawanbar hatin desteserkirin û ji wan re dosiya dadweriyê hatiye vekirin.

Derketina ajawegêriyan bi mehneya candayîna Mehsa Emîniyê, cardinê bû sedem  ku dijminên biyanî yên Komara Îslamî ya Îranê ewê babetê bikin derfetek ji bo destêwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de û handana zêdetir a nakokiyan.