Hinardekirina kel û pelan ji gumrikên parêzgeha Kirmaşanê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338373-hinardekirina_kel_û_pelan_ji_gumrikên_parêzgeha_kirmaşanê_zêde_bûye
Çavdêrê Gumrikên parêzgehê û Serrêvebirê Gumrika Kirmaşanê got: Di 9 mehên buhurî da bayê 2 milyard û 23 milyon ton kel û pel ji rêya gumrikên parêzgeha Kirmaşanê hatine hinardekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2022 11:50 Asia/Tehran
  • Hinardekirina kel û pelan ji gumrikên parêzgeha Kirmaşanê zêde bûye

Çavdêrê Gumrikên parêzgehê û Serrêvebirê Gumrika Kirmaşanê got: Di 9 mehên buhurî da bayê 2 milyard û 23 milyon ton kel û pel ji rêya gumrikên parêzgeha Kirmaşanê hatine hinardekirin.

Çavdêrê Gumrikên parêzgehê û Serrêvebirê Gumrika Kirmaşanê, Bextyar Rehmanîpûr got ku asta hinardekirina kel û pelan anegorî vê demê ya sala buhurî ji hêla bihayê va sedî 4 û ji hêla kêşê va sedî 7 jorda çûye.

Rehmanîpûr herwiha got: Kel û pelên ku ji rêya gumrikên parêzgeha Kirmaşanê hatine hinardekirin pirranî hesin, kaşî, siramîk, mîwe û pincarên curbicur, kevirên taybet bi mal û avahîyan, sipîyatî, berhemên curbicur ên lek bûne.

Çavdêrê Gumrikên parêzgehê û Serrêvebirê Gumrika Kirmaşanê herwiha got: Gumrikên Xosrevî û Sûmarê di rêzên yek û du yên hinardekirina kel û pelan da ne.

Rehmanîpûr amajeyî anîna kel û pelên bîyanî ji rêya gumrikên Kirmaşan û Pervîzxanê jî kir û got ku di 9 mehên buhurî da bayê 49 milyon û 54 hezar û 179 dolarî kel û pel derbasî welêt hatine kirin ku anegorî vê dema sala buhurî ji hêla bihayê va sedî 8 û ji hêla kêşê va sedî 62 jorda çûye.