Îro 25ê Kanûnê salvegera jidêbûna hezretê Mesîh (S) e
Kanûn 25, 2022 04:12 Asia/Tehran
Îro 25ê Kanûnê salvegera jidêbûna hezretê Îsa Mesîh (S) e.
Hezretê Îsa Mesîh (S) yek ji pêxemberên mezin ên ilahî ye ku di Quranê da gellekî rêz lê hatîye girtin.
Di Quranê da amajeyî cîgeha hezretê Îsa Mesîh (S) wek yek ji pêxemberên xwedîkitêb û xwedîşerîet hatîye kirin.
Hezretê Îsa Mesîh (S) Tewratê wek kitêba cihyan piştrast dike û mizginîyê dide ku piştê min dê pêxemberek were ku navê wî Ehmed, hezretê Mihemed (S) pêxemberê qedirgiran ê islamê be.
Radyo û Televîzyona SAHAR`ê salvegera jidêbûna hezretê Îsa Mesîh (S) li hemî peyrev û hezkirîyên wî hezretî nemaze li welatîyên me yên xweşdivî yên mesîhî pîroz dike.