Merendî: Welatên rojavayî derbara bernameya navokî ya Îranê da derewan dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338319-merendî_welatên_rojavayî_derbara_bernameya_navokî_ya_Îranê_da_derewan_dikin
Rawêjkarê tîma muzakireker a navokî ya Îranê dîyar kir ku Îran ne bi dû çeka navokî ye û pêgirî kir: Welatên rojavayî derbara bernameya navokî ya Îranê da derewan dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 14:11 Asia/Tehran
  • Merendî: Welatên rojavayî derbara bernameya navokî ya Îranê da derewan dikin

Rawêjkarê tîma muzakireker a navokî ya Îranê dîyar kir ku Îran ne bi dû çeka navokî ye û pêgirî kir: Welatên rojavayî derbara bernameya navokî ya Îranê da derewan dikin.

Rawêjkarê tîma muzakireker a navokî ya Îranê, Mihemed Merendî li rûpela xwe ya twitterê nivîsî: Heke Îran bi dû çeka navokî bûya, salek berîya nika çêkiribû.

Merendî herwiha got: Di demajoya muzakireyên navokî yên li Vîyenê da, rêjîmên rojavayî idia dikirin ku bernameya navokî ya Îranê “digihêje xala bêvegerînê”; di halekî da ku muzakireyên rakirina boykotên dijî Îranê û vegera Amerîkayê nav rêketinameya navokî çend meh in ku bi hegera zêdexwazî û helwesta ne li gorî rastîyan a alîyê amerîkî û astengîderxistinên ewropîyan hatine sekinandin û rayedarên Îranê bi caran ragihandiye ku Têhran amade ye rawêjkarîyan dest pê bike û wan serhevda bide.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Hisên Emîr-Ebdullahîyan jî li rûpela xwe ya twitterê amajeyî hevdîtina xwe ya çend rojan berî nika digel Cozêf Borrêl Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’yê ku li rex civîna Bexda-2yê li Urdinê pêk hat kir û nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê amade ye gavên dawîn ên rêkevtinameya navokî û rakirina boykotên zalimane yên dijî Têhranê rake, lê Îran yê vî derîyê lihevkirinê bo hertim vekirî nehêle.