Kanûn 22, 2022 17:18 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Lûkzembûrgê bi rêya telefonê axivîn

Wezîrên derve yên Îran û Lûkzembûrgê li ser mijarên herî girîng di têkiliya du welatan da şêwirîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di gotûbêja telefonî digel Jean Asselborn (Jan Asêlborn) wezîrê karên derve yê Lûkzembûrgê da tevî bibîrxistina hevdîtin û gotûbêja du aliyan li kêleka Civîna Civata Giştî ya NY'yê li New Yorkê, li ser girîngiya dewama gotûbêjên dualî tekez kir.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê ti sînordariyekê ji bo berfirehkirina hevkariyan digel Lûkzembûrgê nas nake.

Wezîrê derve yê Lûkzembûrgê jî tevî amajeya bi girîngiya danûstandinên dualî, nêrîna xwe li ser mijar û alûgorên têkildarî du welatan diyar kir.

 

 

Serepeyv