Kanûn 09, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Empratorîya medyayî ya dijmin rastîyan berovajî nîşan dide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amajeyî durûtîya dijmin di warê piştgirîya ji terorîsmê û idiaya piştgirîya ji gel da kir û got: Empratorîya medyayî ya dijmin rastîyan berovajî nîşan dide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reyîsî di merasima rêzgirtina li malbatên şehîdên berevanîya ewlehîyê li Tehranê da got: Dijmin di bûyerên vê dawîyê da weke DAIŞê berbû canê Înqilabê û gelê Îranê û asta herî bilind a rik û kîna xwe himberî bereya şoreşê nîşan da.

Reyîsî herwiha got: Roja îro dijminên gelê Îranê durişma "jîyanê" ji bo gel diqîrin lê ji hêla din va kirêgirtîyên wan ên çekdar li mezargeha Şahçirax zarokê dehsalî û dê û bavê wî dikujin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Dijminan li Efxanistanê idiaya demokrasîyê dikirin lê, encama êrişa ser vî welatî 35 hezar zarokên kêmendam û nivîşkanbûyî bû û mal û şar kavil kirin û dîsan jî idia dikin ku em jîyanê dabîn dikin, we jîyan ji bo kîjan gelê cîhanê dabîn kirîye ku angaştên wiha dikin?

 Reyîsî di bersiva daxwaza malbatên qedirgiran ên şehîdên berevanê ewlehîyê da ya naskirin, mehkemekirin û cezakirina ajawegêr û sebebkarên şehîdkirina hêzên parêzvanê ewlehîyê da pêgirî kir ku ev daxwaza yê bi awayekî teqil ji hêla dezgehên têkildar va were şopandin.

 

Serepeyv