Mijdar 17, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê: Servîsên ewlekariyê ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Servîsên ewlekariyê ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtekê da nivîsî: Servîsên ewlekariyê, rejîma Israyîlê ya sexte û hin siyasetmedarên rojavayî ku ji bo şerê navxweyî û parçekirina Îranê plan darêştine bila bizanin ku Îran Lîbya û Sûdan nîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Roja îro dijminan yekparçetiya Îranê û pênaseya îranî kirine armanc; lê besîreta gel dijmin bêhêvî kiriye.

 

Serepeyv