Reyîsî: Boykotkirin û nearamkirin du şaşitiyên dijmin ên stratejîk in
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Boykotkirin û nearamkirin du şaşitiyên dijmin ên stratejîk derbarê gelê Îranê ne ku hertim tûşî şikestê bûne.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li nav gelê şaristana Pakdeştê li başûrê rojhilatê Tehranê got: Siyaseta dijmin a boykotkirinê têk çûye û siyaseta nearamkirina welêt jî weke siyaseta boykotkirinê tûşî şikestê bûye.
Reyîsî got: Dijmin dixwaze xizmeta bo gel tunebe, pêşketin tunebe, keç û kurên Îranê yên xort ji cîgeha xwe ya bilind a zanistî û cihanînê û xizmetguzariyê dûr bin û hêvî veguhere bêhêvîtiyê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijmin naxwaze ku zanyarên îranî lûtkeyên zanistê fetih bikin û li Rojavayê Asyayê di asta yekem da bin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Pêkanînan bêhêvîtiyê li nav gel xwesteka dijmin e; lê Înqilaba Îslamî hêviyê dide gel û pêkanîna bêhêvîtiyê li civaka Îranê şaşitiyeke stratejîk e ku dijmin pêk tîne.