Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Federasyona Rûsyayê hat Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337570-sekreterê_konseya_ewlehiya_neteweyî_ya_federasyona_rûsyayê_hat_tehranê
Nîkolay Patrûşev, sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê, sêşemiyê bi şev bi vexwandina fermî ya Admiral Elî Şemxanî nûnerê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têhranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2022 04:51 Asia/Tehran
  • Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Federasyona Rûsyayê hat Tehranê

Nîkolay Patrûşev, sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê, sêşemiyê bi şev bi vexwandina fermî ya Admiral Elî Şemxanî nûnerê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têhranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Federasyona Rûsyayê Nikolai Patrushev ji bilî hevdîtina bi hevtayê xwe yê îranî, dê bi rayedarên pilebilind ên siyasî û aborî yên Îranê re jî li ser geşekirin û berfirehkirina peywendiyên dualî û hevkariyên navneteweyî hevdîtin û gotûbêj bike.

Karbidestên beşên saziyên aborî yên Rûsyayê jî di vê serdanê de bi Patrushev re hatine Îranê.