Mijdar 04, 2022 13:57 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Ti hevsengiyek bêyî nêrîna erênî ya Îranê li navçeyê pêk nayê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku gelê Îranê yê mezin bi înqilaba xwe ya bicoş têkoşîna dijî zorbêjî û koledariyê xiste rojeva xwe, got: Ti hevsengiyek bêyî nêrîna erênî ya Îranê li navçeyê pêk nayê.

Li gorî rapora ISNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înê li nav kombûna mezin a gelanî di roja neteweyî ya têkoşîna dijî istikbarê da li Tehranê bi gotina vêya ku roja îro sembola istikbaarê pergala serdestîxwaz a desthilatdar li Amerîkayê ye, got: Amerîka roja îro baş dizane ku bandora Îranê li navçeyê heye û ti hevsengiyek bêyî nêrîna erênî ya Îranê li navçeyê pêk nayê.

Reyîsî tevî bibîrxistina vê mijarê ku Îrana Îslamî ji bo parastina navçeyê ji kirêgirtiyên Amerîkayê tev geriya û sipehbodê Şehîd hecî Qasim Silêmanî bû sembola têkoşîna dijî terorîsmê li cîhanê, got: Tiştê ku wwe bi navê azadiyê anî serê gelê Efxanistan, Sûriye, Iraq û navçe û cîhanê, li ber çavê me hemiyan e û em rewşa van welatan dibînin ku we bi navê azadî û şerê dijî terorîsmê çawa gel hêsîr kirin; lê bizanin ku hûn nikarin karê ku we anî serê welatên wekî Lîbya û Sûriyê, bînin serê Îranê jî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vêya ku Amerîkayê rola yekem di şer û xwînrijandinan da heye û ji bo dabînkirina berjwendiyên xwe, berjewendiyên gelan ji nav dibe, bertek nîşanî gotinên Joe Biden ên ji bo piştevaniya ji ajawegêriyan da û got: Serokomarê Amerîkayê gotiye me dil heye Îranê azad bikin; lê Îran 43 sal berê hat azadkirin û nabe dîlê we û em ê ti wextî nebin çêleka tê dotin.

Reyîsî bi gotina vêya ku morala istikbarî û serdestîxwaziyê naxwaze ku sazgar digel gotinên gel be û bi destnîşankirina hejmareke pêşketinên Komara Îslamî ya Îranê di warê berhemanîna derman, vaksîn û pêşeyên fezayî da, tekez kir: Xortên îranî xwedan gotina sereke li navçe û cîhanê ne û bi gef û boykotê, dê leza trena pêşketina Îranê hêdî nebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Hêza Îranê tenê mûşek û hêza leşkerî nîne; hêza me beşdariya miliyonî ya gel di roja 13ê Abanê li seranserî welatê îslamî ye.

 

Serepeyv