Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi fermî pêşwazî li serokwezîrê Ermenistanê kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li navenda çandî-dîrokî ya Se'd Abada Tehranê pêşwazî li serokwezîrê Ermenistanê kir.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê, di merasima fermî ya pêşwazîkirinê da destpêkê sirûdên neteweyî yên Îran û Ermenistanê hatin jenîn û piştra Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Nîkol Paşîniyan di ber yekîneya teşrîfatê da meşiyan.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokwezîrê Ermenistanê her wiha rayedarên payebilind ên hevrê digel xwe bi hev ra dan nasandin.
Serokên du welatan tevî hevdîtin û gotûbêjê, dê civînên hevpar ên taximên payebilind jî li dar bixin û di press konferansa hevpar da encamên şêwirînên xwe şirove bikin.
Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê li ser vexwendina fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana Îranê kiriye.