Cotmeh 25, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Amerîka divê biryara xwe li ser gotûbêjan bide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Tehranê di gotûbêjên da gotinên xwe bi mentiq û hegeran raber kirine, got: Amerîka divê derbarê gotûbêjan biryara xwe bide.

Li gorî rapora IRNA'yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê li koma rêveberên payebilind ên medyayên navneteweyî yên endamê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Asya û Oqyanûsiyeyê (OANA) li Tehranê tekez kir, Dewleta Îranê li dû wergirtina heqê Komara Îslamî ye, li gorî tiştê ku di Lihevkirina Navokî da hat destnîşankirin û amerîkiyan ev binpê kir.

Reyîsî bi gotina vêya ku Ewropayê jî sozên xwe bi cih neanîn û tenê Îran li ser sozên xwe ma, got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê 15 caran bi fermî ragihandiye ku ti rêderketinek di çalakiyên Îranê yê navokî da tunebûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran bi israr e ku mafên gelê Îranê bişopîne û rakirin û bêbandorkirina boykotan hevdem dike rojeva xebata xwe.

Reyîsî her iwha bi gotina vê yekê ku amerîkî çend caran di rûbirûbûna digel Îranê da tûşî xeletî û şaşitiyê bûn, got: Roja îro Îran bihêztir ji her demekî ye û hebûneke gelekî bibandor li navçeyê heye û dil heye ku vê hebûna bihêz ji bo piştevaniya ji bindestên cîhanê û gelên di bin zorê da û azadîxwazan bidomîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vêya ku piştî serdema yekalîtîşopiyê, roja îro serdemek nû li cîhanê diyar dibe û got: Navçeya Asya û Oqyanûsiyeyê ji hêzxurtên nûdiyarbûyî li cîhanê ye.

Reyîsî got: Hebûna nîvê gelheya cîhanê, çavkanîyên zehf, pêkhatina yekîtiyên navçeyî weke Şanghay û Ewrasyayê ev navçe bihêz kiriye û hevkariyên navçeyê jî hêzeke nû li navçeyê pêk aniye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Roja îro yekalîtîşopiya hêzxurtên rojavayî û amerîkî li cîhanê bivê nevê ber bi lawaziyê va diçe.

 

Serepeyv