Hevxemiya Îranê bo malbatên qurbaniyên teqîna li madenê ya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337078-hevxemiya_Îranê_bo_malbatên_qurbaniyên_teqîna_li_madenê_ya_tirkiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên teqîna madena komirê ya Tirkiyê re ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2022 06:06 Asia/Tehran
  • Hevxemiya Îranê bo malbatên qurbaniyên teqîna li madenê ya Tirkiyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên teqîna madena komirê ya Tirkiyê re ragihand.

Nasir Kenanî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, piştî bûyera nebaş a teqîna li madenekê li Tirkiyê, hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan, miletê dost û birayê Tirkiyê û dewleta vî welatî re ragihand û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest. Di encama vê bûyera sosret de gelek xebatkarên madenê hatin kuştin û birîndar bûn.

Roja Înê li bajarê Bartin ê bakurê Tirkiyê di encama teqîna kana komirê de 41 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn û heta niha jî 15 kes di madenê de asê mane.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve duh (şemiyê) li peyamekê, ji qurbaniyên vê bûyera diltezîn re rehmet û ji birîndaran re şifa û silametiya lezgîn û ji malbat û kesên wan re sebr û hedar ji Xwedê teala xwest.