Cotmeh 07, 2022 09:27 Asia/Tehran
  • Amadetiya Îranê ji bo alîkariya bo kêmkirina bandora tep û tozê hat ragihandin

Endamê Nûnertiya hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Îran ji bo gihandina bandorên tep û tozê bo asta herî kêm amadeyî hevkariya bi welatên navçê û NY ra ye.

Elî Hacîlarî, Şêwirmendê Nûnertiya hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di yekemîn civîna fermî ya komîteya duyemîn a 77emîn civîna Civata Giştî ya NY de tevî amajeya bi bernama giştalî ya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo têkoşîna li hemberî gefên pêkhatî ji ber hişkesaliyê û bandorên tep û tozê yên ziyanbar, li ser sûdwergirtina ji derfet û potensiyelên hevpeymaniya NY ji bo çareserkirina vê kêşeyê tekez kir.

Şêwirmendê Nûnertiya hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê li NY behsa vê yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê şermezarkirin û rawestandina bilez a kiryarên yekalî yên dijminane û boykotên yekalî yên neqanûnî wek şerta pêwîst ji bo geşepêdana rasteqîn a mayînde dizane û di dewamê de got: Komara Îslamî ya Îranê ev zêdetir ji 4 deh-saliyan e ku bi camêrî mazûvaniya bi miliyonan aware, koçber û welatiyên qanûnî û neqanûnî yên derveyî, bi nebûna her cûre piştgirî û alîkariyên navneteweyî û hevdem digel sepandina şêrr û boykotên yekalî û neqanûnî yên herî bêmînak, kiriye.

Serepeyv