Îlon 28, 2022 16:01 Asia/Tehran
  • Jinavbirina tîmeke terorîstî li bakurê rojavayê Îranê

Fermandeyê polîsê sinorvaniyê yê Îranê ji îmhakirina tîmeke terorîstî li bakurê rojavayê vî welatî xeber da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, serdar serleşker Ehmed Elî Guderzî, fermandarê hêzên sînorvaniyê yên polîsên Îranê ragihand ku her liv û tevgerek li aliyê din ê sînor tê şopandin û herî dawî jî tîmeke terorîstî ji aliyê hêzên pasewanên Xodafrînê ve bargeha sînorî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat hat jinavbirin.

Serdar Guderzî her wiha bal kişande ser operasiyona serketî ya hêzên din ên sînorvaniyê li sînorên parêzgeha Azerbaycana rojava ya Îranê û got: Hêzên sînorvanî yên Urmiyê bi tedbîrên berfireh ên îstixbaratî û çavdêrîkirina dergehên sînorî û çavdêrîkirina 24 saetî di şert û mercên hewayê yên pir dijwar û nebaş de, li navçeyên ku ji aliyê qaçaxçî û xirabkar û hêzên Dijî Şoreşê ve gemarî bûne, li hember grûpek ji van kesan bi ser ketin û 30 çek ji qaçaxçiyan girtin û desteser kirin.

Serepeyv