Îlon 18, 2022 22:51 Asia/Tehran
  • Spasiya Emîr-Ebdullahiyan bo gel û hikûmeta Iraqê

Wezîrê karên derve yê Îranê spasiya gel, hikûmet û hêzên çekdar ên Iraqê kir ji bo mazûvaniya wan a baş ji ziyaretkirên Erbeîn Huseynî re.

Duh (şemî) 20ê Sefera 1444ê hicrî-qemerî (17ê Îlona 2022an) Erbeîna Şehadeta Hezretê Îmam Husên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û rêhevalên wî hezretî yên dilsoz û emekdar li çola Kerbelayê bû.

Her sal bi hatina Erbeîn Huseynî bi milyonan ziyaretkir ji çar aliyên cîhanê û di nav wan de ji Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdarbûna merasima Erbeîna Huseynî derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Di vê derbarê de û li gor rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li twîtekê li bara merasima Erbeînê nivîsî: Rêûresma îsal a Erbeînê carek din nîşan da ku her du neteweyên Îran û Iraqê pêwendiyeke bêyî cihîbûnê heye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Em ji dil û can ve spasiya hemû gelê Iraqê û hikûmet û hêzên çekdar ên vî welatî dikin ji bo ku mazûvaniya ziyaretkirên îranî û ne-îranî yên Erbeînê kirin.

Serepeyv