Emîr-Ebdullahiyan: Îranê hertim pişta gelê Yemenê girtiye
Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel berdevkê Tevgera Ensarullahê û serokê Taxima Gotûbêjker a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê da, got: Komara Îslamî ya Îranê hertim piştevaniya xwe ji vîn û îradeya gelê Yemenê ragihandiye.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel Muhemed Ebdulselam berdevkê Tevgera Ensarullahê û serokê Taxima Gotûbêjker a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê da tevî ragihandina piştevaniya Îranê ji dirêjkirina agirbesê li Yemenê, ew wek destpêkek ji bo pêkanîna aştiya mayînde zanî û hêviya xwe diyar kir ku bi rakirina tam a dorpêça li ser Yemenê, qeyrana mirovî li vî welatî were çareserkirin.
Gotûbêjkerê payebilind ê Dewleta Rozgariya Neteweyî ya Yemenê jî di vê hevdîtinê da sipasiya Îranê ji ber piştevaniya ji gelê Yemenê kir.
Muhemed Ebdulselam tevî rexneya ji cihanîna lihevkirina agirbesê bi awayê nivîşkan û bêsoziya aliyê hember, dabînkirina hewcetiyên însandostane yên gelê Yemenê ji bo pêşdabirina her cûre aştiyeke edlane li vî welatî pêwîst zanî.