Îlon 05, 2022 08:47 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê: Ewlehiya Yemenê bandora rasterast li ser aramiya navçeyê û Kendava Farisê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ewlehiya Yemenê bandora rasterast li ser aramiya navçeyê û Kendava Farisê dike.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina bi Nûnerê taybet ê Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê da bi gotina vêya ku biryarderê dawiyê derbarê çarenûsa Yemenê, gelê vî welatî bixwe ye, tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza aştî, aramî û ewlehiya gelê Yemenê yê mezin dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Em nikarin derheqê çarenûsa 20 miliyon jin û zarok û mêrên yemenî ku di rewşa dijwar a dabînkirina hewcetiyên sseretayî weke derman, xwarek û ava paqij da dijîn, sersar bimînin.

Hans Grundberg, Nûnerê taybet ê Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di karûbarên Yemenê da jî pesna Komara Îslamî ya Îranê ji ber kiryarên avaker da û got: Ez ji destpêka memûriyeta xwe wek nûnerên NY li dû bicihbûna agirbesê bûme.

 

Serepeyv