Emîr-Ebdullahiyan: Gotin û kiryara siyaseta derveyî ya Îranê li ser bingeha serxwebûn û aştîxwaziyê ye
Wezîrê karên derve yê Îranê nêrîn, gotin û kiryara siyaseta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha serfirazî, serxwebûn û aştîxwaziyê da zanîn û tekezî li ser dewama rêya serxwebûna siyasî û serfiraziya neteweyî kir.
Li gorî rapora roja Înê ya Fars Newsê, Civîna hevfikirîna Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê û endamên Civata gelemperî û ramanwer û mêvanên ji 118 welatan bi beşdariya ayetullah Reza Remezanî Sekreterê gişt ê Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) li Wezareta karên derve ya Îranê hat lidarxistin.
Di vê civînê da rewşa herî dawî ya potensiyel û pirsgirêkên cîhana îslamê hat vekolandin.
Di destpêka civînê da, Ayetullah Remezanî, Sekreterê gişt ê Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) tevî sipasiya ji ber hevkariya saziya dîplomasiya welêt di warê xurtkirina çalakiyên Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) da, dewama hewildana fikirî, zanistî û çandî ji bo danasîna rêbaza pratîkî û jiyana siyasî ya ya Ehê Beytê (S) bo civaka mirovahiyê û mixatebên cîhanî ji çalakiyên Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê jî di vê civînê da, amadekirina rewşê ji bo hevfikirîna zana û lêkolerên misilman li seranserî cîhanê ji destkeftên binirx ên heftemîn komcivîna Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî şirovekirina cîgeha berbiçav û bibandor a Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li nav ramanwerên cîhanê, nêrîn û gotina wî ya hekîmane, beraqil û biroj di warên cûr bi cûr da ji şanazî û sermiyanên binirx ên Cîhana Îslamê û misilmanên cîhanê da zanîn.
Emîr-Ebdullahiyan di dewamê da tevî amajeya bi hewildanên dijminan ji bo pêkanîna duberetiyê di Cîhanan Îslamê da û raberkirina dîmeneke nedursit û tund ji Îslamê, li ser pêwîstiya yekîtiya tevgerên îslamî û pêşîgirtin li heer cûre duberetiyê, her wiha pêwîstiya cîhada ronkirinê bi mebesta danasîna Îslama resen a Muhemedî (S) tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê pêkhatina hevdengiya cîhanî li dijî tundûtûjiyê, lêhûrbûna li ser gotina aştî û dadmendiya îslamî û aşkirakirina berûlayên sexte û dijhev ên mafên mirov ên welatên rojavayî wek pêwîstiyeke bêveger di warê Cîhada Ronkirinê da zanî.
Wezîrê karên derve yê Îranê di dawiyê da bal kişande ser derfet û pirsgirêkên Cîhana Îslamê û nêrînên Komara Îslamî ya Îranê li ser rewşa Yemen, Sûriye, Behreyn, Lîbya, Efxanistan, Libnan û Ukraynnê û her wiha rewşa herî dawî ya gotûbêjên rakirina boykotan şirove kir.
Di vê merasîmê da, çar kes ji zana û çalakên beşdar di heftemîn komcivîna Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) ji welatên Tirkiye, Libnan, Inglîz û Efxanistanê nêrînên xwe anîn ziman.