“Hoşeng Îbtehac” helbestvanê navdar ê Îranê koça dawî kir
Mamosta “Hoşeng Îbtehac” naskirî bi Saye helbestvan û lêkolînerê navdar ê Îranî di 94 saliya xwe de koça dawî kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Yelda v, keça Hoşeng Îbtehac, sibeha çarşemiyê li ser Instagramê ragihand ku "Siya me bi heft hezar saliyan wek hev bû."
Mamosta Îbtehac di tîrmeha borî de ji ber kêmasiya gurçikan li nexweşxaneyeke bajarê Kolnê ya Almanyayê dihat dermankirin.
Emîr Hoşeng Îbtehac di 29’ê Sibata 1928’an de li Reştê ya Bakurê Îranê ji dayîk bûye.
Bavê wî “Axa Xan Îbtehac” yek ji wan kesên navdar bû û demekê serokê nexweşxana Porsîna vî bajarî bû.
Bav kalê wî “Îbrahîm Îbtehac el-Mulk” xelkê Gorganê û dapîra wî jî xelkê Reştê bûye.
Di sala 2009’an de mala Saye ya taybet bi navê Xane Erxewan li Saziya Mîrateya Çandî hatiye tomarkirin.
Sedema vî navî hebûna dareke binefşî(erxewan) ya navdar di hewşa vê malê de ye, ku Saye helbesta xwe ya navdar "Erxewan" ji bo wê darêgotiye.
Weke helbestvanên din ên hevdemê Nîma, yên wek Şehryar, di destpêkê de hewl da ku riya Nîma bişopîne, lê piştî demekê riya xwe ji helbesta Nîma veqetand û dest bi nivîsandina tenê xezelê kir.
Yek ji berhemên wî yên herî girîng jî rastkirina Xezelên Hafiz e bi navê “Hafez bi têkoşana Sayeh” ku cara yekem di sala 1994an de hatiye çapkirin.
Wî salên sal di lêkolîn û Hafeznasiyê de derbas kiriye û ev pirtûk encama xebata wî ya bênavber û hezkirina wî ya ji bo Hafezê, xezelbêjê mezin e ku di pêşgotinê de diyarî hevjîna xwe kiriye.
"Serab" yekem dîwaneke helbestî ya mamoste Hoşeng Îbtehac e, ku bi mijarên helbestên nû hatiye çêkirin.