Cibillî li Şamê bi Wezîra Çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334913-cibillî_li_Şamê_bi_wezîra_Çandê_ya_sûriyê_re_hevdîtin_pêk_anî
Serokê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê li dewama şêwirên xwe yên dualî li Şamê bi wezîra rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Cibillî li Şamê bi Wezîra Çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî

Serokê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê li dewama şêwirên xwe yên dualî li Şamê bi wezîra rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Peyman Cibillî, serokê saziya radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê roja sêşemiyê li Şamê digel wezîra çandê ya Sûriyê Lubanah Mşaweh li ser hevkariyên dualî yên medyayî û çandî gotûbêj kirin.

Li vê hevdîtinê de Wezîra Rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê peywendiyên vî welatî bi Komara Îslamî ya Îranê re di asta herî bilind de ragihand.

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê herwiha spasiya Wezîra rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê ji bo hevdîtin û şêwirîna li gel şanda medyaya Îranê kir û got ku berçavgirtina şerê nerm mijareke girîng  û pêdivî ye; Şerê ku dengê gulleyan jê nayê bihîstin.

Peyman Cibillî pêştir di civîna “Betrûs Helaq” Wezîrê Ragihandina Sûriyê de gotibû: “Berxwedêran li meydana şer dastan û hemase xuliqandin û serkeftin bi xêra welatên berxwedêr pêşve çû. Niha şerê medya û ragihandin û vegotinê bi tundî didome."

Peyman Cibillî roja yekşemê gihişte paytexta Sûriyê Şamê.