Li Efrîna dagirkirî şênî li dijî dagirkeriyê rabûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334362-li_efrîna_dagirkirî_şênî_li_dijî_dagirkeriyê_rabûn
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li bajarê Efrînê yê dagirkirî, şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê rabûn. Agahî hene ku avahiya şîrketa kehrebeyê hatiye şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2022 09:57 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirkirî şênî li dijî dagirkeriyê rabûn

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li bajarê Efrînê yê dagirkirî, şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê rabûn. Agahî hene ku avahiya şîrketa kehrebeyê hatiye şewitandin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand  ku duh êvarê şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê daketine kolanan.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şêniyan agir bi avahiya şîrketa kehrebeyê ya Tirkiyê ku nêzî çerxerêya Kawa ye xistiye.

Her wiha çavkaniyan da zanîn şêniyan berê xwe dane avahiya Meclisa Herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê.