Reyîsî: Îran li dijî siyasetên berfirehkirinê yên NATOyê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina tev Wezîrê derve yê Polonyayê li Tehranê tekezî li ser dijayetiya vebirr a Îranê di gel siyasetên berfirehkirinê yên NATOyê kir.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi pevçûnên li Ukraynê, got: Komara Îslamî ya Îranê hema wisa ku li dijî şer û pevçûnê ye, dijayetiya xwe di gel siyasetên berfirehkirinê yên NATOyê jî radigihîne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê asta niha ya pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Tehran û Wersawê da hevseng li gorî pêwendiyên siyasî yên du welatan nezanîê û got: Gelek derfet û potensiyel di warên pêşeyî û aborî li du welatan hene ku divê bi hewildana hevpar, em van potensiyelan ji bo berfirehkirina danûstandinên dualî bi kar bînin û veguherînin pratîkê.
Wezîrê derve yê Polonyayê jî tevî gotina vêya ku raboriya pêwendiyan di navbera Îran û Polonyayê da vedigere sedsala 16an, got: Du welatan nêzikî 5 sedsal e ku pêwendiyeke dostane bi hev ra hene û ji qonaxên herî mayînde û jibîrnebûyî yên pêwendiya du welatan mazûvaniya îraniyan ji penaberên polonyayî di şerê cîhanî yê duyem da ye.
Wezîrê derve yê Polonyayê di dewamê da tevî tekeziya li ser vêya ku asta hevkariyên aborî û bazirganî navbera du welatan baş nîne, got: Polonya daxwaza vejiyandin û xurtkirina asta hevkariyên xwe tev Îranê di warên bazirganî, aborî, çandî û zanistî da dike.