Nîsan 18, 2022 13:29 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Biçûktirîn tevgera dijminan dikeve bin çavdêriya hêzên çekdar ên Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza hêzên çekdar ên Îranê, hêza pêşîlêgirtinê ye û biçûktirîn tevgera dijminan wek Rejîma Siyonîst dikeve bin çavdêriya deqîêq a van hêzan.

29ê Ferwerdînê, 18ê Sibatê, Roja Artêşê hatiye binavkirin.

Binavkirina 29ê Ferwerdînê bi navê Roja Artêşê ji dahêneriyên Îmam Xumeynî (Re) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bû; Di rwşekê da ku artêşa Komara Îslamî ya Îranê tûşî astengîderxistinên navxweyî û derveyî bûbû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemê di merasima Meşa Roja Artêşê ku li tirba Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin da, got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê gelek şiyanên xwe hene. Şiyana herî girîng ev e ku kesên muxlis û dilpak tê da hene pû amade ne ku di meydanê da tûşî her dijminekî bên.

Reyîsî bi gotina vêya ku artêşa Îranê derfeta boykotan bi başî ji bo bihêzzbûnê bi kar anî, got: Bikaranîna herî baş di rewşa boykotan da pîşeyên leşkerî kir û artêşê gelek şiyan bi dest xistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku roja îro artêşa Komara Îslamî ya Îranê hêzeke bipergal û amade ji bo berevaniya ji welat û nîzamê ye, got: Peyama vê amadetiyê bo hogirên Înqilaba Îslamîê peyama hêviyê ye; Lê dijmin jî bila bizane ku hêza hêzên çekdar ên Îranê hêza Pêşîlêgirtinê ye û peyama vê îqtidarê, xurtî û berxwedanê bo hemû bindest û mezlûmên cîhanê ev e ku hêzên çekdar ên Îranê hêviya wan in.

 

 

Serepeyv