Emîr-Ebdullahiyan di gotûbêja di gel Heniye da: Rejîma Siyonîst nikare li hemberî Berxwedana Filistîn bidomîne
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Rejîma Siyonîst lawaztir ji wê yekê ku bikare li hemberî berxwedan û rabûna gelê Filistînê li ber xwe bide.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja di gel Îsmaîl Heniye, Seerokê ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) da tevî rêzgirtina li gişt şehîdên Filistîn û Berxwedanê, bêrêziya li Mizgefa Eqsayê ji aliyê Rejîma Siyonîst va bi tundî şermezar kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku tiştê ku li Mizgefta Eqsayê qewimî nîşana zindîbûna berxwedana gelê mêrxas ê Filistînê û lawaziya siyonîstan e, got: Roja îro berxwedan di baştirîn rewşê û rejîma teorîst a siyonîst di rewşa xwe ya herî xerab da ye.
Wî got: Komara Îslamî ya Îranê ji damezirandina dewleta yekparçe ya Filistînê li seranserî erda dîrokî bi paytextiya Qudsa şerîf piştgirî dike,.