Li herêmên sifir ên sînor 3 bandên qaçaxa çekan hatin îmhakirin
Nîsan 13, 2022 23:59 Asia/Tehran
Fermandeyê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ji têkbirina 3 bandên qaçaxa çek û teqemeniyan li ser sînorên rojava xeber da.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), serdar sertîp “Ehmed Elî Goderzî” Fermandarê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê got: Di cîbicîkirina plana girtina sînor û nehiştina qaçaxçîtiyê li ser sînorê parêzgehên Azerbaycana Rojava û Îlamê, bi pêngav û tedbîrên kontrolê û karîger ên istixbaratî, karîn sê bandên qaçaxçîtiya çek û teqemeniyan li ser sînorên welêt nas bikin û ji nav bibin.
Serdar Goderzî herwiha got: “Parêzvanên sînorî çek û cebilxane, 54 kolt û miqdareke berçav cebilxane û pêdawîstiyên pê re li qaçaxçiyan tesbît kirin û dest danîn ser wan.”