Li Filîpînê hejmara qurbaniyên lehî û hezazê gehîştin 42 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333200-li_filîpînê_hejmara_qurbaniyên_lehî_û_hezazê_gehîştin_42_kesan
Li gor nûçeya CBS News ê, di van rojên davîde hejmara kesên ku ji ber lehî û şimitîna axê jiyana xwe ji dest dane gehîştin 42 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2022 07:46 Asia/Tehran
  • Li Filîpînê hejmara qurbaniyên lehî û hezazê gehîştin 42 kesan

Li gor nûçeya CBS News ê, di van rojên davîde hejmara kesên ku ji ber lehî û şimitîna axê jiyana xwe ji dest dane gehîştin 42 kesan.

Rayedarên filîpînî ragehandin li bajarê Baybay yê ser bi herêma Leyte ji ber ku dewam kirina bi şev a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê metirsîdar e, ew xebat rawestandine.

Herwaha 30 hezar malbat ji bo sitargehên rewşên lezgîn hatin veguhestin. Hat ragehandin di hefteya dawîde li herêmên cuda cuda yê li beşên başûr û navîn ya wî walatî de nêzî 200 buyerên wek lehiyê hatine ragehandin.

Li Filîpînê her sal nêzî 20 bahoz û bablîsokan lê diqewme, di sala 2013 de ji ber bahoz û bablîsokan zêdetirî 6 hezar kes mirin û gelek avahî û xanî hilweşiyan.