Reîsî: Nabe ku kolonyalîst û munafiq di navbera Mislimanan de fitne bikin û neyariyan çêkin
Serokê Komara Islamî ya Îranê li bara bûyera diltezîn a mezargeha Rezewî, xemgîniya xwe da diyarkirin û got: Nabe ku kolonyalîst û munafiq di navbera misilmanan de neyarî û fitneyê çêkin.
Êvariya roja sêşemê mirovekî tekfîrî li hewşa Pêxemberê Ezem (s) ya mezargeha Îmam Riza (es) heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi kêrê êrişî sê ziyaretkirên ruhanî kir; Di êrîşê de şehîd bû û 2 ruhaniyên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.
Êrîşkar jî bi alîkariya hêzên Întizamî û yekîneya parastinê hatiye girtin û radestî hêzên Îstixbarat û ewlekariya Îranê hatiye kirin.
Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî roja çarşemiyê li civîna civata wezîran diyar kir ku ew kesên ku dijminatiyê dikin ji tevgera tekfîrî ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Divê em nehêlin kolonyalîst û munafiq nakokî û arîşeyên olî û etnîkî navbera misilman û gelên Îranê û cîranan wek darê destan û amûrên nerewa ji bo çêkirina neyarî û dijminatiya nasvbera misilmanan bikar bînin; Ji ber ku muxalefet yek ji rêbazên kevnar ên kolonyalîstan e.
Reîsî diyar kir ku ezîz û hêjayên ku şehîd û birîndar bûn ji xwendekarên olî û ruhaniyên cîhadî, xwedî bandor, dilpak û navdar li bajarê Meşhed û derdora wê bûn.