Nîsan 06, 2022 11:43 Asia/Tehran
  • Reîsî: Cinayeta li Meşhedê ji aliyê pêkhateyeke tekfîrî ya Amerîkî ve hatiye kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê cinayeta li mezara pîroz a Îmam Riza (S) şermezar kir û destnîşan kir ku ev bûyera nebaş û tal bi teqez ji aliyê yek ji pêkhateyên ji rê derketî û di bin bandora gurûpên tekfîrî yên amerîkî de hatiye encamdan.

Êvariya roja sêşemê mirovekî tekfîrî li hewşa Pêxemberê Ezem (s) ya mezargeha Îmam Riza (es) heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi kêrê êrişî sê ziyaretkirên ruhanî kir; Di êrîşê de şehîd bû û 2 ruhaniyên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.

Êrîşkar jî bi alîkariya hêzên Întizamî û yekîneya parastinê hatiye girtin û radestî hêzên Îstixbarat û ewlekariya Îranê hatiye kirin.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reyîsî di peyamekê de ragihand: Bûyera duhî ya li bergeha pîroz a Hz. Elî îbn Mûsa el-Reza (e.s) ku sitargeha hemû însanên azad ên cîhanê ji her ol û mezhebekê ye, bû sedem dilê min û hemû evîndarên vî Îmam Reûf biêşe. 

Raîsî amaje bi wê yekê jî kir, ev bûyera diltezîn û nebaş ku bi teqez ji aliyê yek ji pêkhateyên jirêderketî û di bin bandora komên tekfîrî yên Amerîkî de hatiye encamdan, bûye sedema qahêmbûna zêdetir a yeketiya navbera hogirên Îslam û Îrana Îslamî û ji aliyê din ve bûye sedema riswatî û rûreşiyatevgerên jirêderketî.

 Serokê Komara Islamî ya Îranê  wezareta Îtileatê (îstixbaratê) wezîfedar kir ku bi hevkarîya hemî saziyên pêwendîdar bi lez û bez hemî faktorên bi bandor ên ser bûyera duhî ya Meşhedê nas bikin û bişopînin û raya giştî ji encama hewldanên xwe agahdar bikin.

Serepeyv