Nîsan 04, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Husên Emîr-Ebdullahiyan: Amerîka berpirsa rasterast a dirêjbûna gotûbêjên Viyenê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî rexnegirtina li sepandina boykotênn dubare ji aliyê Amerîkayê va derbarê hin kesayetî û kompaniyên îranî, Amerîka wek berpirsa rasterast a dirêjbûna gotûbêjên Viyenê da zanîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê derve yê Îranê êvara Yekşemiyê di gotûbêja telefonî di gel Bedir bin Hemed Bûseîdî wezîrê dderve yê Omanê rexne li sepandina boykotên dubare ji aliyê Amerîkayê li dijî hin kes û kompaniyên îranî girt û got: Komara Îslamî ya Îranê ji bo lihevkirineke baş û mayînde amade ye, lê aliyê amerîkî bi hin zêdexwaziyan, berpirsa rasterast a dirêjbûna gotûbêjan heta niha bûye.

Wezîrê derve yê Îranê b gotina vêya ku tiştê ku aniha li Yemenê girîng e, betakirina tam a dorpêça mirovî hevdem di gel dewama agirbesê ye, got: Di dema niha da şandina alîkariyên mirovdostane ji bo gelê Yemenê gelekî girîng e.

Bedir bin Hemed Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê jî di vê gotûbêja telefonî da pêşwazî li pêkhatina agirbesê li Yemenê kir û hêvîdarî kir ku ev mijar bibe sebeba dabînbûna rewşa pêwîst ji bo gotûbêja navbera hemû aliyên yemenî û vekirina sînorên vî welatî.

 

Serepeyv